PeyamaKurd - SOHR'ê ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve, 143 sûriyeyî hatine kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji 3'yê Adarê ve, 143 welatiyên sûriyeyî di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin.
Li gorî SOHR'ê, di 10 rojên dawîn de 41 kes hatine kuştin ku ji wan 35 kes di rojekê de hatin kuştin.
Her wiha SOHR'ê nîşan da ku piraniya qurbaniyan ji Heleb, Hums, Hema, Dera û Dêrazorê ne.