PeyamaKurd – Rêveberê Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman, di daxuyaniyekê de ji bo Rudaw TVyê, êrîşên artêşa Sûriyeyê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê wekî "barbarî" pênase kir.
Ebdulrehman bi taybetî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack tawanbar kir û got,
Barrack bi amadekirina parastina dîplomatîk, hevkarê komkujiya Kurdan e."
Ebdulrehman her wiha destnîşan kir ku artêş bi tankan ketiye kolanên sivîlan û nexweşxaneyan hedef digire, di heman demê de bal kişand ser rola Serok Mesûd Barzanî ku bi destwerdana xwe rê li ber "Helebçeyeke duyem" girtiye.