SOHR: Di 24 demjimêran de ji herdu aliyan 50 kes hatin kustin

SOHR: Di 24 demjimêran de ji herdu aliyan 50 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama şerên dijwar ên navbera çekdarên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û hêzên rejîma Sûriyê de, li gundewarên Idlib û Hemayê di nav 24 demjimêran de nêzî 50 çekdar û leşker hatine kuştin.

SOHRê ragihand ku ji doh nîvê şevê û heta niha, 8 hewldanên rejîma Sûrî ji aliyê çekdaran ve hatine têkbirin, lê rejîmê îro vê sibê dîsan êrîşek pêk anî.

Li gorî navendê, di encamê de herî kêm 12 leşkerên rejîmê û 6 çekdar hatin kuştin.

Di êrîşên li ser rejîmê de jî 18 leşker li derdora gundewarê başûr-rojhilatê Idlibê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin