PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên girêdayî rejîma Sûriyê, rasterast otomobîleke artêşa Tirk kirine armanc.
Li gorî SOHRê ragihandiye, hêzên artêşa Sûriyê li nêzî Afis a rojhilatê Idlibê otomobîleke artêşa Tirk kirine armanc.
Hatiye diyarkirin ku derbarê ziyanên canî de agahiyên piştrastkirî bi dest neketine.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku hêzên rejîmê derdora gundê Mikilbîs ê rojavayê Helebê yên ‘herêma bêçek’ jî ligel gera balafirên rûsî bombebaran kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin