Soylu: Di hûndirê welat de tenê 455 PKKyî mane!..

Soylu: Di hûndirê welat de tenê 455 PKKyî mane!..

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bal kişand ser şerê ku dijî PKKê dikin û got, tenê 455 PKKyî di hûndirê welat de mane.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku bi dijatiya xwe ya Kurdan derketiye pêş, li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

“Li gundewarên Silopya yên Şirnexê 2 û li Xarpêtê Çiyayê Gorese jî 2 bi giştî 4 PKKyî hatin bêbandorkirin. Li nav welat bi giştî hejmara PKKyîyan daket 455 kesan. Înşelah teror ji qederbûna vî welatî derdikeve. Hinekî din sebr û xîret.”

Ev daxuyaniya Soylu di demekê de ye ku liv û tevgera PKKê li Bakurê Kurdistanê zêde bûye û agahiyên derbarê êrîşan de tên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin