Mesrur Barzanî: Tundiya dijî jinan ziyaneke mezin dide civakê

Mesrur Barzanî: Tundiya dijî jinan ziyaneke mezin dide civakê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi minasebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Jinan a Cîhanî peyamek belav kir.

Mesrur Barzanî di peyama xwe ya li ser twitterê belav kiriye de, got: “Îro di roja cîhanî ya nehiştina tundiya dijî keç û jinan de, ez keyfxweşim ku dibînim hejmarek zêde ya jinan di nav civaka me de bi kiryarî kar ji bo wekheviya cinsî dikin.”

Mesrur Barzanî da xuyakirin, “Pêwîste em hemû têbigihin ku tundiya cinsî çi ziyaneke mezin dide jinan û civakê.”

Barzanî herwiha hastaga cîhanê bikin rengê porteqalî #orangetheworld bikar anî.

Li gorî amarên fermî yên di heyama 9 mehên borî yên îsal de 375 bûyerên tundiya dijî jin û malbatê li herêma Kurdistanê hatiye tomar kirin û 8 hezar û 509 doz jî hatine vekirin. Herwiha di heyama wan 9 mehên borî de 30 jin hatine kuştin û 46 jinên din jî bixwe xwe kuştine û 125 jin şewitîne û 81 jinan jî xwe şewitandine û herwiha 93 bûyerên destdirêjiya seksî jî hatine tomar kirin.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin