PeyamaKurd – Hat ragihandin ku her du êlên ji gundê Selman ê navçeya Amûdê ya girêdayî parêzgeha Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, piştî 50 salan xwînîbûna xwe bidawî anîn û li hev hatin.
Rûspiyên bajarê Amûdê êlên El-Raad û El-Dêf piştî xwînîbûna wan a 50 salan ew li hev anîn ku neyartiya wan bi kuştina endamekî êla El-Raad dest pê kiribû.
Hat diyarkirin ku îro 10ê Tîrmehê rûspiyên êlên bajarê Amûde civîneke lihevanînê li navenda navçeya Amûde bi tevlîbûna rûspiyên êlên Kurd, Ereb û bi dehan welatiyên bajêr li dar xist.
Serokeşîr Mihemed El-Raad di destpêka rûniştinê de spasiya tevahiya kesên hewl dane her du êlan li hev bînin kir û got: “Em El-Raad û El-Dêf ji bav û kalekî de bira ne. Bi navê êla El-Raad ez lêborînê ji êla El-Dêf dixwazim.”
Feysel El-Dêf jî li ser navê êla El-Dêf axivî û got: “Bi saya xelkê Amûdê em niha li vir in. Feysel rûniştandina têkiliyên biratiya gelan destnîşan kir.”
Piştî lihevhatinê Abdulqadir Wete rûspiyê êla El-Deqûrî, Ismaîl El-Raad rûspiyê êla El-Raad û Mihemed Şerîfê ku rolek di lihevanînê de lîstibû spasiya her du aliyan kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin