PDK-S ji ber sewata dexl û danên Rojavayê, ahenga damezirandina xwe nake

PDK-S ji ber sewata dexl û danên Rojavayê, ahenga damezirandina xwe nake

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) ji ber şewata berhemên ceh û genimên cotkarên Rojavayê Kurdistanê, ahengên damezirandina wê partiyê li dar naxe.

Komîta Navendî ya PDK-Sê bi boneya salvegera 62emîn a damezirandina wê partiyê peyamek belav kir û ragihand, “Di sala 1957an de Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) wek yekem partiya siyasî ya Kurdî ya camewerî di mercine siyasî yên navdewletî, herêmî û nevxweyî yên girîng de hat damezirandin. Bi damezrandinê wê re gelek proje û hevalbendiyên navdewletî wek (Xala Çarem, Projeya Eisenhower û Hevpeymaniya Bexdayê) hatin meydanê. Herwiha fişarên siyasî jî li ser Sûriyê zêde bûn, bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve û yekbûna Sûriye û Misrê di sala 1958an de.”

Diyar kir jî, “Vê partiya nû, tevî lawaziya karînan û kêmbûna kadroyan, karî cemawerekî berfereh, rêxistinên ciwan û xwendekaran li dora xwe kom bike û gelek gav ber bi bicihkirina aramncên di gelek waran de wek, ziman, wêje, kultur û dozên ceografiya Kurdistanê, dîroka şoreş û serhildanên Kurdistanê bavêje û cejna Newrozê ya netewî li dar bixe.”

Komîta Navendî ya PDK-Sê dibêje, “Partiyê di siya siyasetên şovenizm û projeyên nijadperestiyê (Kembera Erebî, Serjimêryarî û siyasetên erebkirinê) ên hikmetên li dû hev ji serdema yekbûna Sûriye û Misrê û dabeşbûna wan, heta hikûmetên Partiya Beis û heta şoreşa Sûriyê di Adara 2011an de ranewestî û ji encama hilwestên wêrek ên partiyê, serkirdatiya PDK-Sê di salên heftî yên sedsala bûrî de bi salên dirêj di zîndanan de ma.”

‘PARTIYA ME JI KANIYA RÊBAZA KURDATIYÊ RÊBAZA BARZANÎ VEDIXWE’

Di beşeke din a peyamê de hatiye gotin,“ Partiya me ji kaniya rêbaza Kurdatiyê rêbaza Barzanî vedixwe û wane û ibretê ji dibistana wê ya xebatê werdigire û dê li ser wê rêbazê bimîne, ta bibe beşek ji projeya netewî ya Kurdistanî ya ku Serokê xebatkar Mesûd Barzanî serperiştiya wê dike. Ev projeya netewî roj bi roj destkeftan bidest dixe, ji bidestxistina daxuyaniya 11ê Adara 1970î ji rêjîma Iraqê ya rûxandî û heta Federalîzmê û ta gihîşt bi encamadana referandûma dîrokî di 25ê Îlona 2017an de, ku bingehên serxwebûna Kurdistanê danîn.”

‘PARTIYA ME DI SERDEMA PERÇEBÛNÊ DE BI BERDEWAMÎ BANG YEKRÊZIYA KURDÎ Û YEKWESTA SIYASÎ DIKE’

Di peyamê de herwha hat destnîşan kirin, “Partiya me di serdema perçebûnê de bi berdewamî bang yekrêziya Kurdî û yekwesta siyasî dike û di vî warî de karî gelek hevalbendî pêk bîne û ta gihîşt bi rola wê ya bi bandor Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi destpêka şoreşa Sûriyê re were damezrandin, ji bilî yekbûna bi hejmarek ji partiyên Kurdî re.”

‘EM BI SEDEMA ŞEWATA BERHEMÊN CEH Û GENIMÊN COTKARÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ, HER CURE AHENGÊN ŞAHIYÊ NAKIN’

PDK-Sê di dawiya peyama xwe de amaje bi wê yekê da, “Biryar bû bi boneya salvegera 62emîn a partiyê ahengên cemawerî li dar biketina, lê bi sedema şewata berhemên ceh û genimên cotkarên Rojavayê Kurdistanê, her cure aheng û dîmenên şahiyê nake.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin