PeyamaKurd – Li bajarê Çewlîga Bakurê Kurditstanê, bi hêza 4.1 erdhej pêk hat.
Li gorî Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Kanîreşê ya bajarê Çewlîga Bakurê Kurdistanê, do şev di saet 22:32an de, bi hêza 4.1 erdhejek pêk hat.
Herwiha AFADê diyar kir, bi kûrahiya 7 kîlometre di erdê de, li Kanîreşa Çewlîgê erdhej çêbû.
Di derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de, tu zanyarî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin