Wezîrê Navxwe yê Iraqê serdana Singalê kir

Wezîrê Navxwe yê Iraqê serdana Singalê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 13 Kanûnê Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî û cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemerî serdana bajarê Şingalê kirin.

Li gorî medya Iraqê şanda bilind a Iraqê ya Osman Xanimî û Ebdulemîr Şemerî tê de bûn, îro Yekşemê gihîştin Şingalê û dest bi serdana xwe kirin. Hat zanîn ku wezîrê navxwe yê Iraqê û fermandarê operasyonên hevbeş ligel hêzên ewlehiyê yên Şingalê civiyan.

Medya Iraqê jî diyar kiriye ku armanca serdanê gihandina çekan bo polîsê Şingalê ye û ji ber tengezariya rewşa li Şingalê Xanimî piştî civîna li gel polîsê bajêr ber bi Mûsilê ve çûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev serdan di çarçoveya rêkeftina Şingalê de hatiye kirin ku li gorî wê rêkeftinê hemû hêzen biyanî ji Şingalê têne derxistin û hêz û îdareyeke nû tê avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin