PeyamaKurd - Tîma Destwerdana Destpêkê ya bajarê Reqayê xebatên rakirina cenazeyên li Goristana Fixêxa ya mezintirîn koma gorî ye û tê de gelek cenazeyên DAIŞê û sivîlan hene berdewam dike.
Li gorî amarên tîma rakirina cenazeyan hejmara cenazeyên ku heta niha hatine derxistin nêzî 670 cenazeyî ye. Serokê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir Xemîs ji diyar kiriye ku li gorî agahiyên di destê wan de, di beşek din a gorê de cenazeyên nûçegihanên biyanî yên ku terorîstan ew li bajarê Reqayê kuştine hene.
Goristana Fixêxa dikeve ser gundewarên başurê Reqayê ku li herêma Şamiyê ya başurê çemê Firatê ye.
Li gorî çavkaniyên Reqayê Tîma Destwerdana Destpêkê 9ê Çileya 2019an dest bi xebata li goristana Fixêxa kiriye û tê çaverêkirin çend rojên din xebat berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin