PeyamaKurd – Seroka Rêxistina Partiya Komariya Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ragihand ku dê heta du roja mazbeteya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bo Ekrem Îmamoglu bê dayîn.
Canan Kaftancıoglu di bernameyeke televizyonê de diyar kir niha tenê hejmartina dengan a li ser îtirazên AKPê li navçeya Maltepeyê berdewam dike û 604-605 sindoqên nehatine hejmartin mane.
Rêvebera CHPê ragihand ku heta niha ji sedî 97.8ê dengên tevaya Stenbolê hatine hejmartin û ferqa navbera Ekrem Îmamoglu û Binalî Yildirim vê kêliyê 13 hezar 963 deng in.
Kaftancıoglu got, heta du rojan hejmartina dengan bidawî dibe û dê mazbeteya Îmamoglu bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, li aliyê AKPê jî betalkirina hilbijartinên Stenbolê tê nîqaşkirin ku medya bi ser AKPê ve radigihîne ku dosyaya delîlên bo betalkirinê ji bo serlêdanê hatiye amadekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin