Steve Witkoff û Jared Kushner piştî Moskowê çûn Kîevê

Steve Witkoff û Jared Kushner piştî Moskowê çûn Kîevê

PeyamaKurd - Nûnerên taybet ên Serokê DYAyê Donald Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner, piştî hevdîtinên xwe yên li Moskowê bi trenê derbasî paytexta Ukraynayê Kîevê bûn.

Şandeya amerîkî li garê ji aliyê Serokê Ofîsa Serokomariyê Kirilo Budanov, Serokê Îstixbarata Derve Rüstem Umerov û parlamenter David Arakhamia ve hat pêşwazîkirin û tê çaverêkirin ku şande bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re bicive.

Zelenskiy li ser serdanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji bo nîqaşkirina pêşniyaran amade ne û got: "Em dixwazin dawî li şer bînin. Pêdiviya me bi aştiyê û garantiyên ewlehiyê heye. Divê aştî adil û li ser bingehên xurt were avakirin."