PeyamaKurd - Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi nûnerên Amerîkayê re bi "awayekî pir vekirî" li ser bidawîanîna şerê Ukraynayê civiyaye û aliyê Amerîkayê ji bo çareseriyê çend fikir pêşkêş kirine.
Alîkarê Serokê Rûsyayê Yuri Ushakov da xuyakirin ku nûnerên amerîkî ne tenê daxwaza rawestandina bilez a şer anîn ziman, her wiha ji bo gihîştina li hevkirinekê rêyên cûrbecûr jî pêşniyar kirin.
Li aliyê din Qesra Spî ragihand ku nûnerên taybet Steve Witkoff û Jared Kushner di hevdîtina bi Pûtîn re de plansaziyên berfireh gotûbêj kirine.
Rayedarekî Qesra Spî diyar kir ku her du nûner li ser gavên pêşerojê yên ku dê di hefteyên bê de bên eşkerekirin axivîne û hêvî dikin ku roja yekşemê li Ukraynayê jî hevdîtineke bi heman rengî ya berhemdar pêk bînin.