PeyamaKurd – Hêza Taybet a Bejayî ya Supaya Pasdaran a naskirî (Sabirîn), bi merasîmekê moşekeke nû ya zîrek nimayiş kir ku dronên wê hêzê dibin dronên xwekuj.
Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî di merasîmekê de, Amerîka û welatên Ewropayê û hevpeymanên wan li Rojhilata Navîn, bi pîlangêriya berdewam li dijî Îranê tohmetbar kir û diyar kir, Îran di berevaniya di ber xwe de, li dijî wan hêzan natirse.
Husên Selamî destnîaşn kir: “Dijminên me çarenivîsa şer ligel me li meydana şer dîtine. Rûpelên pirtûka berevaniya me xaka Iraq, Sûriye, Yemen, Lubnan û Afganistan in, ku li wê derê alîgirên Şoreşê jî bi sirûşwergirtin ji şoreşa me ya mezin, li beramber dijminan rawestiyane.”
Navê wê moşekê (Qaima 114) ye, ku bi lazer kar dike û ji bo balafir û dronan bikar tê û dikare di mewda 10 kîlometreyan de amanca xwe pêk bîne. Moşek jî 50 kîlogram e, ku 15 kîlogram teqemenî ye.
Hisên Dilêriyan, ku şarezayekî karûbarên berevanî û ewlehiyê ye û nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye û piştî êrîşê di twîtterê de daye zanîn: “Awayê rûbirûbûna ‘Mihwerê Berxwedanê’ li beramber Amerîkiyan, li Iraq û Sûriyê, ji moşeka lawaz ku armancan bi hûrî pêk nayne, hate guherîn bo dronên xwekuj, ku bi hûrî armancan pêk tînin. Ev yek, ku berê min gotiye, we bawer nekir. Aniha êdî baweriyê pê bînin.”
Berpirsên Îranê, destewajeya “Bereya Berevaniyê” ji bo komên nêzîk ji Îranê li navçeyê bi kar tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin