PeyamaKurd - Di daxûyaniyekê de Supaya Pasdaran radighîne, wan Keştiyek petrolhilgir a Brîtaniya ya bi navê Stîna Îmbîro desteser kirine.
Supaya Pasdaran amaje jî dike, ew keştiye li dema derbasbûnê ya Tengava Hurmizê hatiye desteserkirin, ew jî bi fermana Desthelata Deryayî ya Parêzgeha Hurmizgan.
Derbarê sedemên desteserkirina wê keştiyê, Supayê Pasdaran radighîne, ew keştî pabendî yasayên deryayî yên navdewletî nebûye. Her li gorî çavkaniyan, tîma keştiyê ji 23 kesan pêkhatiye.
Ji aliyekê din ve û li gorî raportên rojnamevanî, dûyem keştiya Brîtanî arasteya xwe ber bi beravên Îranê ve guhertiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin