Sûriye | Di 2021ê de 383 jê zarok 3 hezar û 885 kes hatine kustin

Sûriye | Di 2021ê de 383 jê zarok 3 hezar û 885 kes hatine kustin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di rapora xwe ya dawî ya sala 2021ê de eşkere kir ku di nav sala 2021ê de li Sûriyê 3 hezar û 885 kes hatine kuştin ku ji wan 383 zarok in.

SOHRê ragihandiye ku di sala 2021ê de 3 hezar û 882 kes hatin kuştin ku ji wan hezar û 558 sivîl in û 383 zarok û 193 jin in.

SOHRê beriya niha jî eşkere kiribû, ji destpêka şer û aloziya Sûriyê ve, di encama şer de derdora 389 hezar kes hatine kuştin ku ji wan 117 hezar kes sivîl in, 22 hezar zarok û 14 hezar jî jin in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin