Sûriye | ‘Ji Adara 2011an ve 14 hezar û 685 kes bi îskenceyê hatine kustin’

Sûriye | ‘Ji Adara 2011an ve 14 hezar û 685 kes bi îskenceyê hatine kustin’

PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan a Sûriyê di rapora xwe ya dawî de ragihand ku ji Adara 2011an ango ji destpêka aloziya Sûriyê heta Hezîrana 2022an, 14 hezar û 685 kes di bin îşkenceyê de hatine kuştin û piraniya wan jî bi destê hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir, ji Adara 2011an heta Hezîrana 2022an 14 hezar û 685 kes li Sûriyê di bin îşkenceyê de hatine kuştin ku di nav wan de 181 zarok û 94 jin hene û hat gotin, piraniya wan bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 83 kes jî di nav wan de zarokek û du jin bi destê HSDê bi îşkenceyê hatine kuştin, hejmarek kesên din jî bi destê Desteya Tehrîr el-Şam û komên çekdar hatine kuştin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyê Adara 2022yan jî bi raporekê eşkere kiribû ku ji Adara 2011an heta Adara 2022yan, li Sûriyê 228 hezar û 647 sivîl bi destê aliyên çekdar hatine kuştin ku ji wan 14 hezar û 664 kes bi îşkenceyê hatine kuştin. Li gorî amarên wê saziyê, heta niha 151 hezar û 462 kes girtî ne û 14 milyon xelkê Sûrî jî penaber bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin