Suriye: Li herêma bêçek 49 kes hatin kustin

Suriye: Li herêma bêçek 49 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku ji destpêka meha Adarê ve 49 kes li "Herêma Bêçek" a Idlibê hatine kuştin.

SOHRê diyar kiriye, çekdarên ’El Fetih El Mubîn’ li gundê Kersa yê Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê êrîşeke suîqastê li dijî hêzên rejîma Sûriî pêk anîre û di êrîşê de leşkerek hatiye kuştin. Herwiha koma ’El Fetih El Mubîn’ bi moşekan devera Eyn Îsa ya bakurê Laziqiyê topbaran kir.

Li gorî agahiyên SOHRê ji destpêka vê Adara îsal ve, di 37 êrîşên li ’Herêma Bêçek’ de 49 kes hatin kuştin. Ji destpêka îsal ve jî di encama 121 êrîşan de 130 kes hatin kuştin û zêdekirî 56 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin