‘Sûriyê li Idlibê agirbesta yekalî’ ragihand

‘Sûriyê li Idlibê agirbesta yekalî’ ragihand

PeyamaKurd – Hikûmeta rejîma Sûriyê li Idlibê ji bo rawestandina şer û pevçûnên digel hêzên opozîsyonê agirbest ragihand.

Navenda Lihevkirinê ya Rûsî li Sûriyê ragihand ku hikûmeta Sûriyê ji roja înê ve li Idlibê bi awayekî yekalî agirbest ragihandiye û lê belê çavkaniyên herêmê jî dibêjin, tevî ragihandina agirbestê jî topbarana artêşa Sûriyê berdewam e.

Navenda Lihevkirinê ya Rûsî da xuyakirin: “Artêşa Sûriyê ji 21:00 demjimêra şeva înê ve li herêma Idlibê  agirbesta yekalî ragihandiye. Di heman demê de êrîş û bombardimanên milîtanan li Hema, Lazqiye û Şamê li dijî sivîlan û hêzên hikûmetê berdewam dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin