PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê, Staffan de Mistura ragihand ku ji bo seqamgeriya Sûriyê pêdivî bi pêvajoyeke çareseriyê ya ‘pêbawer a siyasî’ heye.
Wezareta Derve ya Urdunê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen es-Safedî û de Mistura li paytext Ammanê hevdîtinek pêk anîne.
Li gor daxuyaniyê Staffan de Mistura ku erka wî ya li Sûriyê bidawî tê, di hevdîtinê de li ser hewlên bo çareserkirina krîza Sûriyê diyar kir ku rewşa polîtîk a Sûriyê hatiye guhertin û got, “Tiştê ku her kes li Sûriyê dixwaze, îstiqrar e. Ji bo vê jî pêdiviya me bi pêvajoyeke pêbawer a siyasî heye.”
De Mistura derbarê hewlên avakirina komîteya destûra Sûriya nû jî ragihand ku dê 20 vê mehê raporek ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re were pêşkeşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin