Sûriye: Sanda Tirk civînên Cenevê asteng dike

Sûriye: Sanda Tirk civînên Cenevê asteng dike

PeyamaKurd – Civînên Komîteya Destûrê yên Sûriyê ku diviyabû dest pê bikin, ev çend roj in ji ber nelihevî û nakokiyên navbera rejîma Sûrî û opozîsyonê dest pê nakin. Şanda rejîmê dixwaze êrîşên Tirkiyê wekî dagirkerî bê binavkirin û şermezarkirin, lê opozîsyona Sûrî ya nêzîkî Tirkiyê ve yekê qebûl nake û civîn têne astengkirin.

Li gorî medya nêzîkî rejîma Sûriyê, ji du rojan ve ye şanda rejîmê li Cenevê amade ye ku danûstandinan bike, lê şandeya dewleta Tirk danûstandinan asteng û red dike.

Herwiha opozîsyon jî dibêje, wan ‘Pêşniyareke sêyem’ pêşkêş kiriye û heta niha ti bersiv ji şanda rejîmê nehatiye.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Geir Pedersen jî ragihand ku ji bo şanda rejîmê û ya opozisyonê li hev bicivînin ew di nava hewldanan de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin