PeyamaKurd - Li Qersê li ser daxwaza pêdeçûnê ya Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) dengên 170 sindoqan ji nû ve hatin jmartin û di encama wê pêdeçûnê de jî dengê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde bûn.
Namzedê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, di hejmartina nû de 11 dengên din zêde kir û hejmara dengên wî bû 12 hezar 192. Hejmara dengên namzedê MHPê 30 deng kêm bû û daket 10 hezar 954an.
Kars'ta yeniden sayım da bitti. Oyumuz 17 arttı. Sabaha kadar adliye içinde çalışan ve önünde bekleyen herkese teşekkürler.
— Ayhan Bilgen (@ayhanbilgen) 3 Nisan 2019
Hêjayî gotinê ye ku Şaredariya Qersê di destê MHPê de bû û di hilbijartinên 31ê adarê de jî AKP, MHP û Iyi Partiyê li dijî HDPê tifaqa xwe kiribûn yek lê dîsa HDP bi ser ketibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin