PeyamaKurd - Li bajarê Selahedîna yê li bakurê Iraqê di navbera eşîra Xezrec û koma Asaîb Ehlî Heqa da ku nêzî Heşdî Şebiyê ye pevçûn derket.
Ji polêsên Selahedînê Serpel Numan el-Cuburî daxuyanî da û got ku pevçûn li navçeya Ed-Duceylê ya ku li başûrê Tikrîtê û qasî 120 kîlomêtreyî ji navênde dûr e derketiye.
Cuburî got ku hin kesên çekdar li ber deriyê navçeya Duceylê binkeyeke sexte ya kontrolê ava kiriye. Cuburî diyar kir ku li gor îdiaya êşîra Xezrecê vê koma çekdar 2 şêxên wan revandine û pevçûn li ser vê îdiayê derketiye.
Cuburî destnîşan kir ku pevçûn hê car caran dewam dikin lê der barê birîndarî û kuştinan de tu agahî neda.
Serpel Numan el-Cuburî diyar kir ku hêzên ewlehiyê hemû tedbîr hildane û li navçeyê qedexeya derketina derva hat îlan kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin