PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro 22yê Adarê ragihand ku testên Covid-19 ên 10 kesên din li sînorê parêzgeha Silêmaniyê pozîtîv derketine.
Wezaretê da zanîn ku 7 kes ji wan li Derbendîxanê û 3 kesên din jî li nav bajarê Silêmaniyê tûşî vê vîrusê bûne.
Bi vê hejmara dawî re, hejmara tûşbûyên vîrusa korona li herêma Kurdistanê bû 64 kes ku 13 kes baş bûne û kesekî jî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin