Li Erzeromê cewhera zêr dat dîtin

Li Erzeromê cewhera zêr dat dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê Erzeromê li navçeya Olur ê li gundê Boxazgorenê şîrketekî cara yekeme karibû ruxsata lêgeryana seha zêr bistîne. Piştî sitendina rûxsetê wê bi 75 mîlyon dolarî alav û dezgehan bikirin da karibin zêr û maddeyên din ji hev veqetînin.

Bi destpêkirina geryana li zêr, wê bi hezaran kes di sehayê de bixebitin û şîrket karibe salewext bi 400 mîlyon dolarî pere bixe bazarê. Şîrket wê di sehayekî hezar û 500 hektar de li zêr bigere.

Li gor ragihandina medyayê; di 1 ton xweliyê de 4 gram zêr heye lê ji bilî zêr wê madenên din û kevirên bi qiymet yên biha jî karibin bidestbixin.

Li dinyayê li gelek dewletan dema zêr derdixin bi maddeya siyanure li zêr digerin lê wê di Erzeromê de siyanur nê bikaranîn, bi temamî wê lêgerîna xwezayî be ji ber siyanur zerarê dide bedena mirovî û hawirdorê. Wê li gor gravîteyê zêr dewlemend bikin. Parêzerê şîrketê Yusuf Ayar mijarê weha ragihandiye:

“10 sale em li ser vê sehayê dixebitin. Piştî tehlîlan me îzna xwe sitend. Em di meha nîsanê de dest bikar dikin. Ev herêm tije zêr û kevirên bi qiymetin. Wê xebat gelek sal dewam bike. Miqdarê em difikirin wê salane 400 mîlyon dolar be. Bo herêmê û welat gelek başe. Em ê xwezayî bixebitin ne bi siyanure.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin