Qesra Spî: Tirkiye li dijî Sûriyê operasyonekê pêk bîne em nabin asteng!

Qesra Spî: Tirkiye li dijî Sûriyê operasyonekê pêk bîne em nabin asteng!

PeyamaKurd - Qesra Spî ragihand, di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke leşkerî li Sûriyê dest pê dike û diyar kir, lê belê Amerîka ne alîkariyê dike ne jî rêgiriyê lê dike.

Piştî pêwendiya telefonî ya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku duh bi şev hat encamdan.

Qesra Spî di daxuyaniyekê de ragihand, di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê dest pê dike.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hatiye gotin, hêzên Amerîkayê beşdarî operasyona Tirkiyê nabin û alîkariya wê nakin, hevdem astengiyê jî bo operasyonê çênakin.

Qesra Spî herwiha ragihandiye, Amerîkayê Xîlafeta DAIŞê li navçeyê têk bir, lê belê li wan navçeyan amade nabe ku operasyon têde tên encamdan.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, berpirsyariya wan çekdarên DAIŞê ku di maweyê du salên borî de li navçeyê hatine girtin, digire ser xwe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser herêma ewle ya ku dixwazin li Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê ava bikin gotibû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye ser gotina wan, lê hîn kesên li cem Trump fermana wî bi cih nayînin. Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Erdogan û Trump rêkkeftine, ku têkildarî mijara herêma ewle meha were li Washingtonê bicivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin