PeyamaKurd – Li Hewlêrê ji ber Koronayê tu rêûresm û aheng bi helkefta sersalê nayê lidarxistin û sersal nayê pîrozkirin.
Li gor Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Mesûd Kareş daye zanîn, bi armanca xweparastina li hember nexweşiya Koronayê û li ber çavgirtina rewşê, em wek parêzgariya Hewlêrê bo sersalê tu rêûresm û ahengê organîze nakin. Ji ber ku hîn gefa Koronayê li ser welatiyan heye.
Herwiha Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kiriye, ew mohletê nadin tu kesekî din jî bi helkefta sersalê rêûresm û ahengan organîze bikin û diyar kiriye, armanca me parastina tenduristiya welatiyan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin