Muqteda Sedr: Dema mirina min an jî sehîdbûna min nêzîk dibe

Muqteda Sedr: Dema mirina min an jî sehîdbûna min nêzîk dibe

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr Muqteda di gotarek li ber berpirsên tevgera xwe de, qala çalakbûna tevgera xwe kir û diyar kir: “Ji aliyekî ve tiştê ku dê Tevgera Sedr çalak bike, mirina min an kuştina min e.”

Herwiha Sedr da zanîn: “Ez mizgînî didim we, dema mirina min an jî şehîdbûna min nêzîk dibe.”

Ev gotinên Muqteda Sedr di demekê de ye ku Iraq ber bi dema hilbijartinên pêşwext nêzîk dibe.

Di heman demê de li parêzgehên navîn û başûrê Iraqê nerazîbûna xelkê zêde bûye, bi taybetî ji ber tunebûna elektrîkê û xerabiya rewşa xizmetguzariya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin