Senato qanûn derxist: Trump nikare ji Sûriyê û Afxanistanê vekise

Senato qanûn derxist: Trump nikare ji Sûriyê û Afxanistanê vekise

PeyamaKurd- Qanûna li dijî biryara serokê Amerîkayê Trump di Senatoya Amerîka de hat qebûlkirin. Qanûn li dijî vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û Afxanistanê ye. Senato bi derxistina qanûnan wê siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn tayîn bike. Ji her dû partiyan jî destek hat dayîn bo derxistina van qanûnan.

Di senatoyê de 77 deng qebûl û 23 deng li dijî derketina qanûn deng hatin dayîn. Qanûn bi navê “Di Rojhilata Navîn de Xurtkirina Ewlekariya Amerîka” ye û ji 4 xalan pêk tê. 2 xal jê bo xurtkirina têkiliyên navbera Amerîka, Îsraîl û Urdunê ye. Xalek jê tevgerên li dijî Îsraîlê weka boykot, tecrîd û dorpêçan qels dike û ya çarê bo ser rejîma Beşer Esed dorpêçên îlawe tê de hene.

Senatorê ku xala vekişîna leşkeran ji Sûriyê û Afxanistanê red kir û da qebûlkirin Mitch McConnelle, hefteya borî di senatoyê de axaftinekî kir û weha dewam got:

“DEAŞ û El Qaîde hêj têkneçûne. Mafê netewî yên Amerîkayê dixwaze mîsyona me ya wê derê (Sûriyê) dewam bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin