Mesrur Barzanî: Hevdîtin erênî ne, înselah encamên xêrê bidin

Mesrur Barzanî: Hevdîtin erênî ne, înselah encamên xêrê bidin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, îro 28ê Mijdarê yekem serdena xwe ya derve piştî wergirtina posta serokwezîriyê bo Tirkiyê dike.

Serokwezîr Barzanî piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji medya Kurdistanê re ragihand ku hevdîtineke gelekî baş kirine û wiha got:

“Em serdaneke gelekî erênî dikin. Me Wezîrê Derve yê Tirkiyê re hevdîtineke baş pêk anî. Wê îro hinek hevdîtinê me yên din hebin. Piştre jî emê bi Serokomarê Tirkiyê re hevdîtinekê bikin.”

Mesrur Barzanî li ser naveroka hevdîtinan da zanîn, “Me hem mijarên têkildarî Tirkiyê û herêma Kurdistanê hem jî mijarên herêmî gotûbêj kirin.”

Dawiyê jî Barzanî got, “Înşelah wê encamên wê bi xêr bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin