PeyamaKurd - Balyozê Siûdiyê yê li Rûsya, daxwaz ji Tirkiye, Sûriye û Iraqê kir, da ku rêz li daxwaza gelê Kurd bigrin bo ku rê bidin çarenivîsa xwe, ew bi xwe diyar bikin. Di heman demê de piştevaniya welatê xwe ji bo mafên Kurd û mafê çarenivîsa Kurd derbirî.
Raed bin Khaled Qarmali Balyozê Siûdiye yê li Rûsya, li baregeha balyozxaneya welatê xwe û di hevdîtineke rojnamevaniyê de diyar kir, ‘‘Pêwîste xelkê Sûrî çarenivîsa xwe bi destê xwe diyar bikin, di heman demê de rê xweş bikin, da ku hemû pêkhat û etnîkiyên din jî mafên xwe diyar bikin.’’
Qarmalî daxwazê ji welatên Tirkiye, Iraq û Sûriye jî kir, da ku rêz li daxwaza gelê Kurd bigrin bo ku rê bidin çarenivîsa xwe ew bi xwe diyar bikin. Her wiha got: Em amadene destê yarmetî û piştevaniyê ji bo gelê Kurd dirêj bikîn, da ku bibê gelekî serbixwe û ji aliyê zarok û gedeyên xwe ve hukma xwe bikin.
Herwiha destnîşan kir, ‘‘Mafê Kurdan heye daxwaza serbixweyiyê bikin ku mafên wan parastî be, ew di rêzê pêşiya şerê DAIŞê de bûn, hewl jî dane li navçeyên xwe, di bin desthilata xwe de prensîpên demokrasiyê bi cîh bikin. Li gel wê jî alîkariya gelek Ereban kirine ku ji şer koçberê Kurdistanê bûn”.
Di derbarê Kurdên Tirkiye jî Balyozê Siûdî dibêje: Rewşa Kurdên Tirkiye ji Kurdên Iraq û Suriye xeraptir e, li gel wê jî zêdetirîn hejmara Kurdan li Tirkiyê ye, ev çendîn sal e ji aliyê desthilatdarên Tirkiyê ve tûşî asîmîlasyon û bêbeşkirina mafên xwe bûne, bi cûreyek ku welatiyek Kurd di Tirkiyê de wekî welatiyekî muamele li gel nayê kirin.”
Herwiha Qarmalî dide zanîn, ‘‘ Ew rewşa di bin desthilata Erdogan de hatiye holê, bi tevahî dilgiraniya me zêde kiriye, ez pêşniyar nakim ku hemû danustandinan de hevkarî û piştevaniya tevgerên serbixweyî ya gelan bikin, lê belê Kurdistan rewşeke taybete, ne ku tenê ji ber wê yekê ku Kurd mezintirîn pêkhatên bê dewletî yê navçeyê ye, belku ji ber wê yeke ye ku gelek baş hêjayî mafê serbixweyiyê selmandin e, navçe jî bi vê dewletê gelek sudê werdigre.
Balyozê Siûdiye dibêjê, ‘‘ Divê em vê jî ji bîr nekin, Kurd bi tenê di lîstokên di navbera neteweyên din de baceke giran dane, bi taybetî jî piştî şerê yekem ê cîhanî û rêkeftinên Sykes Pickot, lê belê yên din wekî mînak wekî Tirkiye, bo ku bigîhin mafên xwe rabûn mafên Kurdan binpê kirin, Kurd bi tenê maye û baca hemû zulm û sîstemê daye, ku bi dirêjahiya sed sale li navçeyê de hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin