PeyamaKurd- Hûsiyên Yemenî yên ku ji aliyê Îranê de tên destekkirin, li ser sînorê başûrê Erebistanê, li Necarnê ji 20 noqteyan zêdetir ciyên ku di destê Erebistanê de bûn ji wan sitendin. Nûçe ji aliyê ajansa Hûsiyan ya bi navê SABA yê de hat ragihandin. Berdevkê Hûsiyan tûxgeneral Yehya Serî ragihand ku 72 siete şerê navbera wan dewam dike û 20 noqteyan ji destê Erebistanê derxistine.
Serî got ku di sê aliyan de êrîş birine ser hêzên koalîsyonê, 20 erebeyên wan yên zirxî roxandine, di ser 200 leşkeran de kuştine an birîndar kirine û hinek ji wana dîl girtine. Hêzên koalîsyonê tevî ku 75 caran êrîşên hewayî birine ser wan, biserneketine. Serî got ku êrîş ji aliyê çapemeniyê de hatine girtin û dê paşî belav bikin.
Aliyê Erebistana Si’ûdiyê heya niha ti agahî nedane çapemeniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin