PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Midyadê 3 endamên meclisa şaredariyê yên HDP ê derbasî AKP ê bûn. Endamê meclisê Havva Balcı Akgül got ku ew tiştên ku lê digeriyan di HDP ê de nedîne.
Endamên meclisê yên derbasî AKP ê bûne Havva Balcı Akgül, Bedii Alğaç û Adnan Ağırman in. Her sê endamên HDP ê, 9 meh berê ji HDPê îstîfa kiribûn û wezîfe ya xwe, serbixwe dewam dikirin.
Bo derbasbûna her sê endamên meclisê li Midyadê merasimekî hat lidarxistin û her sê endam bi merasim derbasî AKP ê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin