Terefên Lîbyayê di bin pêsîvaniya Neteweyên Yekgirtî de civiyan

Terefên Lîbyayê di bin pêsîvaniya Neteweyên Yekgirtî de civiyan

PeyamaKurd – Mîsyona Desteka Lîbyayê ya di bin serpereştiya Neteweyên Yekgirtî de, li Lîbyayê li bajarê Gadamîsê bi navê civîna 5+5 ya komîteya leşkerî dest bi tûra 5 em kir. Ragihandin ji aliyê Mîsyona Desteka Lîbyaye ya Neteweyên Yekgirtî (UNSMIL) de di ser hesabê medya civakî de hat kirin û got ku civîna 5+5 ya komîteya leşikerî di bin serokatiya cîgirê nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî li Lîbyayê Stephanie Williams de li bajarê Gadamîsê destpêkir.

Di civîna komîtê de wê 3 roj li ser agirbesê biaxifin ku berê li Cenewreyê civîna xwe kiribûn. Wê li ser avakirina komîteyên jêr, çavdêriya agirbesê û mekanîzmayên kontrolê biaxifin.

Di hevdîtinan de, bi tevlîbûna komîteyên leşkerî, ji artêşa Lîbyayê 5 kes û ji terefê Hafter jî 5 nûnerên leşkerî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin