PeyamaKurd - Dadgeha Bilind ya Iraqê fermana îdamê bo sê çekdarên Fransî yên DAIŞê derxist.
Ajansa France Press (AFP) ragihand ku Dadgeha Bilind ya Iraqê îro 26ê Gulanê fermana îdamê bo sê terorîstên Fransî yên DAIŞê derxistiye.
Li gorî zanyariyan, ew sê çekdarên Fransî yên DAIŞê li Sûriyê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatibûn girtin û ji bo dadgehkirinê radestî Iraqê hatibû kirin.
Navê wan DAIŞiyên sizaya îdamê li wan hatiye sepandin; Kevin Gonot, Leonard Lopez û Salim Machou ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin