Kazimî berî serdana Amerîka bi sûngirê Qasim Suleymanî re civiya

Kazimî berî serdana Amerîka bi sûngirê Qasim Suleymanî re civiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya serdana xwe ya Washingtonê bi fermandarê supaya Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî re civiyaye ku li şûna Qasim Suleymaniyê li Bexdayê ji aliyê Amerîka ve hatibû kuştin, hatibû erkdarkirin.

Siyasetmedarê şîe yê Iraqê bi navê Izet Şabender, li ser hesabê xwe yê medya civakî yê twitterê ragihandiye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşwazî li fermandarê supaya Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî kiriye.

Izet Şabender dibêje, di civîna wan de Mistefa Kazimî guh daye peyamên nerm ên Îsmaîl Qaanî, lê bi ti awayekî behsa cureya peyamên fermandarê supaya Quds a Îranê nekir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeke bilind a Iraqê û Kurdistanê, vê hefteyê serdana Amerîkayê dike ku wê danûstandin li ser diyaloga stratejîk a navbera Amerîka-Iraqê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin