Trump: "Dagerin mala xwe"

Trump: "Dagerin mala xwe"

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump got ku bi salaye Çîn li ser pişta Amerîkayê miqdareka zêde pere qezenc dike û didize. Ji ber wê ji şîrketên mezin yên Amerîkayê re got ku şîrketên xwe bînin mala xwe û hilberîna xwe li mala xwe bikin û bo Çînê li alternatîvan bigerin. Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de zorê da ser pişta Çînê.

Trump got ku Çîn bo 75 mîlyar dolar malê Amerîkayê plan dike ku %5 heya %10an dixwaze baca malên Amerîkayê yên ku bikeve bazara Çînê zêde bike. Trump got:

“Bi salaye me di ser Çînê de bi trîlyon dolaran pere wenda kiriye, mulkiyeta fîkrî yên bi mîlyar dolaran diziye û dixwaze hêjî dewam bike. Ez ê îznê nedim vê yekê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin