PeyamaKurd- Di sala 2014an de Amerîka serpereştên Talîbanê berdabû û niha ew serpereşt li ofîsa rêxistinê ya Qetarê dest bi xebata xwe kirine. Hat ragihandin ku Talîban amadekariyên hevdîtinan bo bi Amerîkayê re bikin, xwe amade dikin.
Berdevkê Talîbanê Zabihûllah Mucahîd got ku ew 5 kesên bi rehînê Amerîkayî yê bi navê Bowe Bergdahl re hatibûn guhertin û serbest hatibûn berdan, bo li Afxanistanê aştî çêbibe, wê raste rast bi Amerîka re li ser masê rûnên. Ew 5 serpereştên Talîbanê niha li baregeha xwe ya Qetarê rûniştine û dest bi xebata xwe kirine.
Endamê şûra bilind ya aştiyê Muhammed Emîn Wukad ragihand ku Amerîka bi awayeka ciddî dixwaze di navbera Talîban û Afxanistanê de hevdîtin çêbibin.
Talîban niha jî di Afxanistanê de gelek herêman di destê xwe de digre û bo desthilata welat tehdîdeka ciddiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin