PeyamaKurd – Şîrketa BMW ku yek ji hilberînerên otomotîva Almanya ye, xwe amade dike da 8 hezar xebatkarên xwe li seranserê cîhanê ji ser kar derxe.
Xwuyaye li Almanya krîza dinyayê ya aboriyê û bazarê bandorê li hilberîn û sîstema an jî maliyeta hilberîna Volkswagen, Mercedes, Audi û Porsche xist û paşî bandorê li beşa BMWê jî kir. Lewra BMW xwe amade dike da 8 hezar xebatkarên xwe ji ser kar derxe.
Li gor xeberên di çapemeniya Almanya de; kesên ku ser kar derxin, dê yên wexta xaneşniya wan hatiye, yên peymanên wan diqedin dê peymanên wan dirêj nekin û yên ku dixwazin ji ser kar veqetin, bin. Yanî BMW dixwaze di rêya xwezayî de 8 hezaran ji ser kar derxe.
Plana xwe biçûkkirina BMWê, dibe di meha Cotmehê de dest pê bike û heya dawiya sala 2027an bi dawî bibe. Tê gotin ku plan bêhtir dê di seha lêkolîn-pêşdebirin, plandanan û beşên dezgeyî de be. Wê bandorê li xebatkarên fabrîkê neke. Wê giraniya derxistina ji ser kar li navendê be an ku wê Munîhê be.
Li seranserê dinyayê di BMWê de 154 hezar kes dixebitin ku 87 hezarê wê li Almanya dixebitin.