PeyamaKurd – Bi sedema reqabeta sektora otomotîva Ewrûpa û dinyayê, di asta dinyayê de grûba Volkswagenê dixwaze karkeran ji kar derxe û hem hinek fabrîkayên xwe bigre. CEO yê Volkswagenê Blume ragihand ku maliyeta wan ji maliyeta raqîbên Volkswagenê %20 zêdetire.
Ji ber rewşa behsa wê li jorê hat kirin, zora li ser sektorê û reqabeta di asta dinyayê de, dike ku grûba Valkswagenê xwe biçûk bike û maliyetê kêm bike.
CEO Oliver Blume, ji xebatkarên xwe re peyam şandiye û gotiye ku maliyeta wan ji yên dinan %20 zêdetire.
Di çarçova plana grûba Volkswagenê de; fabrîkên li Zwickau û Emdenê yên Volkswagenê, tesîsa Audi ya Neckarsulm û fabrika bazirganî ya li Hannoverê bi girtinê re rû bi rû mane.
Kara şîrketê ya safî, di sala 2023an de 22,6 milyar Euro; di sala 2024an de 19,1 milyar euro, di sala 2025an de kar 8,9 milyar Euro ye û her sal kara xwe kêm kiriye.
Pispor dibêjin ku grûba otomotîvê ya Volkswagenê ku Audi jî ya wê ye, bi sedema reqabeta erebeyên bi elektrîk û maliyeta zêde ya hilberînan, dike ku car din ji nûh de xw birêve bibe.