PeyamaKurd – Dezgeya Kontrolê ya Volkswagen bi mehaye danûsitendinan dike da planekî heya sala 20230an ji xwe re saz bike. Di encamê de plana 2030 yê bi yekdengî qebûl kirin.
Grup, di çarçova “Future Plan 2030” de 12 hewlan qebûl kiriye û dê bicîhanîna wan yekser dest pêbike. Li gor ragihandina fermî; kapasîta hilberîna li Ewrûpayê di ser 500 hezarî de ye.
Di tesîsên Emden, Zwickau, Hannover û Neckarsulmê de, ji bo salên di navbera 2031 û 2034an de, ast bi ast ji bo bernama di pêşde garantî nade. Şîrket wê ji bo van fabrîkeyan, li alternatîvan bigere bê ji bo çi bikarbîne û plana xwe heya sala 2027an dê amade bike.
Li gor palana ku neketiye ser çapemeniyê; hilberîna di fabrîkên Emden û Zwickau dê di sala 2031an de û yên Hannoverê di sala 2032an de û ya li Neckarsulmê dê di sala 2024an de biqede.
Hilberîna modelên erebeyan dê li kîjan welatan bibe di dosyayan de hene. Li Emdenê ID.Tiguan tê hilberîn û dê tesîsan bibin Çekyayê Mladá Boleslavayê. Tesîsa Zwickau Q4ê dê bibin Bratislavayê. Ya li Hannoverê ya B-Space T8 (ya bi elektrîkî û bazirganiye) dê proja wê bibin Poznańê û ya li Neckarsulmê ya A8ê dê bibin Leipzigê. Heya niha plan wehaye.
Grûba Volvagenê plan dike ku heya bernama xwe bicîh bike, dê 100 hezar karkeran ji kar derxe. Lê wê ji kîjan şîrketê çend kesan derxin nehat ragihandin.
Plan, heya sala 2030an bi destxistina kar ya %09ê ye û texmînen dê 9 milyon erebe bifroşin. Ji bo veberhênan, lêkolîn û pêşdebirina projeyan yên di navbera salên 2027 û 2031an de, pêdivî bi 135 milyar Avroyî heye û dê modelên erebeyan heya 2025an wê %50 kêm bikin. Berhemên din yên difroşin wê %75 kêm bikin. Hevpariyê jî wê sê yeka wê kêm bikin.