PeyamaKurd – Iraq amadekariya merasima Erbaînê temam kir. Ji 4 milyonî zêdetir kes çûn Iraqê. Li ser qelebalixa merasimê, di artêşê û hêzên asayîşê de asta ewlehiyê derxistine asta herî bilin.
Heya niha ji 172 welatan 4,5 milyon kes çûne Iraqê û wezareta nav xwe ya Iraqê ragihand ku ji bo asayîşa Iraqê bi teknolojiya herî nûh ji 2500 heb zêdetir kamerayên ewlehiyê bikartînin.
Merasima bîranîna neviyê Hz. Muhammed ya Hz. Huseyîn li ciyê ku hatiye şehîdkirin li Kerbelayê wê di 4ê Tabax a 2026an de bêkirin. Hukumet bi temamê derfet, dezge û rêxistinên xwe xizmeta merasima Erbeînê dike.
Wezareta karên hundir ya Iraqê ragihand ku îsal ji salên din cudatir plana ewlehiyê amade kirine, çekan kêm kirine da kes nebîne. Berdevkê wezaretê Muhammed Hasûn ji bo Rûdawê ragihandiye ku plan li ser îstîxbaratê û teknolojiya nû dimeşînin.
Kesên ku çûne merasima Erbeînê, ji deriyên hukumeta federal û 2 deriyên Kurdistanê derbas bûne, ji hewa de piraniya xelkê balafirgeha Necefê bikartîne û ji ber wê jî Necef gelek qelebalix e. Di nav 15 rojan de 555 seferên balafiran kirine balafirgeha Necefê.
Ji bo temînkirina petrolê jî li bajarê Necefê re 1,5 milyon litre benzîn û mazotê texsîs kirine. Li Necefê temamê nexeşxane xizmetê dikin û nexweşxanên mobîl li ser rêya Necef-Kerbelayê danîne. Bi sedema germê gelek kes dixeriqin û tîmên tenduristiyê destekê dide wan.
Li Kerbelayê ziyaretvanên ku diçin wê derê, malbat deriyê xwe ji wan re vedikin, li malan dimînin û bi taybetî yên ji Îranê diçin, têkiliyên mayînde bi wan re datînin.
Serokwezîrê Iraqê ragişhand ku bi sedema bîranîna şehadeta Hz. Huseyîn rojên 3-4ê Tebaxê kirine tatîl.