PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê, di salvegera vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê de, li baregeha amerîkî pêşandaneke leşkerî kir.
Hat ragihandin ku merasîma pêşandana leşkerî ya Talîbanê li navçeya Bagram a wîlayeta Pervanê di nav baregeha Amerîkayê ya ku hêzên xwe vekişandine de, hat kirin.
Bargeha Asmanî ya Bagramê, baregeha herî mezin a Amerîkayê ya li Afganistanê bû.
Di pêşandana leşkerî ya Talîbanê de, tank, helîkopter, wesayît û alavên leşkerî yên ji hêzên Amerîkayê mane û çek û moşekên cuda hatina pêşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin