Taywan ji seredana Pelosi raziye

Taywan ji seredana Pelosi raziye

PeyamaKurd – Seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi û heyeta pêre piştî gihîşt Taywanê wezareta karên derva ya Tawanê ragihand ku ji seredana Pelosi razî ne û wê têkiliyên navbera Amerîka û Taywanê bêhtir bipêş de herin.

Wezaret her weha ragihand ku di her qadê de Pelosi piştgiriya Taywanê dike û ji ber desteka Pelosi sipasiya Pelosi kir.

Dewleta Çînê ji seredana Pelosi ya ji bo Taywanê acize û berê gotibû eger Pelosi Taywanê ziyaret bike, wê artêşa Çînê bêdeng nemîne. Lê daxwuyaniya Taywanê bi xwe bi eksa ya Çînê ye. Pelosi bi heyeta xwe ve li otêla ku ji wan re cîh veqetandine bicîh bû û Pelosi wê sibê bi serokê Taywanê re siet di 11.00 an de hevdîtinekî bike.

Artêşa Çînê di 3 yê mehê de dest bi tetbîqatekî mezin li 6 deveran kiriye ku temamê dora Taywanê dorpêç kirine. Wê tetbîqat di 7 ê tebaxê de biqede.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin