Tê çaverêkirin li gelek parêzgehan baran û berf bibare

Tê çaverêkirin li gelek parêzgehan baran û berf bibare

PeyamaKurd – Li gelek parêzgehên Tirkiyeyê tê payîn ku baraneke gur bibare. Tê texmînkirin ku li Bolu, Kastamonu, Artvîn, Erzirom û Qersê berf û şilope bi bandor be.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da pêşbîniya hewayê ya 5ê Sibata 2024an hat kirin.

Di daxuyaniyê de ku hişyarî li ser berfê li gelek parêzgehên Kurdistanê hat dayîn, hat pêşbînîkirin ku germahiya hewayê li deverên bakurê rojavayê 2 heta 4 pile zêde bibe û li deverên din jî ti guhertineke berçav çênebe.

Tê texmînkirin ku ba bi giştî ji aliye başûr û başûrrojavayê sivik, car caran bi hêza navîn, li rojava û navîna Deryaya Reş jî car caran jî wê (30-50 km/h) gur be.

Hat ragihandin ku wê li Bolu, Kastamonu, Artvîn, Erzirom û Qersê barîna berf û şilopeyê bi bandor be.

DIYARBEKIR °C, 7°C

Parçe û pir ewrayî, barana bi navber, li herêmên bakur car caran şilope

ANTEP °C, 10°C

Parçe û pir ewrayî, barana bi navber, li herêmên bakur car caran şilope bibare

SİRT °C, 4°C

Parçe û pir ewrayî, barana bi navber, li herêmên rojhilat şilope û berf.

URFA °C, 9 °C

Parçe û pir ewrayî, bi baran û baranên bi navber

ERZURUM °C, 0°C

Pir ewrayî, berfa bi navber dibare

KARS °C, -1 °C

Pir ewrayî, berfa bi navber dibare

MALATYA °C, 9°C

Parçe û pir ewrayî

VAN °C, 2°C

Pir ewrayî, şilopeya bi navber û barîna berfê

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin