PeyamaKurd - Ajansa Fars a nêzîkî Artêşa Pasdarên Îranê îro 13'ê Gulanê ragihand ku 1500 keştiyên biyanî li benda destûra Îranê ne da ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Tehran vê rewşê wekî kartekî zextê li dijî hêzên navneteweyî bi kar tîne û kontrolkirina mifteya aboriya cîhanê dixe rojevê.
Wezareta Derve ya Îranê berê jî hişyarî dabû ku serbazîkirina vê rêya avî ya hestiyar ji aliyê welatên rojavayî ve, dê bi bersiveke tund a Tehranê re rû bi rû bimîne.
Li hemberî rawestandina keştiyan, Brîtanya û Fransayê gavên leşkerî avêtin û hêzên xwe yên deryayî şandin herêmê. Londonê doh ragihand ku ew bi dron û keştiyên şer tevlî erkekî pirneteweyî dibin, herwiha Fransayê jî komeke balafirhilgir ber bi Deryaya Sor ve bi rê kiriye.
Parîs û London bi hinceta "azadiya deryavaniyê" û parastina ewlehiya keştiyên bazirganî tevdigerin, ku ev yek di nava Îranê de wekî provokasyoneke leşkerî tê nirxandin.