Bîlançoya mehekê ya şer aboriya cîhanê xist krîzeke kûr

Bîlançoya mehekê ya şer aboriya cîhanê xist krîzeke kûr

PeyamaKurd - Şerê Îranê ku di 28ê Sibatê dest pê kir, mehek li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de xala herî krîtîk a şer bû Tengava Hurmizê. Piştî ku Îranê ev tengav girt, di bazarên enerjiyê de krîzeke tund derket holê.

Bihayê bermîla petrola Brent ku beriya şer 72,48 dolar bû, di nava mehekê de ji sedî 45 zêde bû û 105 dolar derbas kir. Tevî daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên ku dibêjin "şer dê nêz de bi dawî bibe", fikarên li ser dabînkirina enerjiyê rê li ber rekora bihayên petrolê vekir.

Tengava Hurmizê û krîza li seranserê cîhanê

Ji ber ku ji sedî 20ê bazirganiya petrolê ya cîhanê di Tengava Hurmizê re derbas dibe, girtina vê derê bandoreke kûr li ser aboriya gerdûnî kir. Piştî êrîşên tolhildanê yên Îranê û biryarên parastinê yên li tengavê, gelek misogeriyên sîgorteyê hatin rawestandin û şîrketên navneteweyî yên barkêşiyê karê xwe dan sekinandin.

Di 9ê Adarê de bihayê petrolê gihîşt 119,5 dolaran ku ev ji sala 2022an û vir ve nirxê herî bilind e. Herwiha ne tenê petrol, bihayê gaza xwezayî ya Ewropayê ji sedî 57 û bihayê komirê jî di nava çar hefteyan de ji sedî 13,8 zêde bû.

Li dijî qeyranê tedbîrên welatan: Alîkarî û daxistina bacan

Ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê, gelek welatan li pey hev tedbîr girtin. Li Brîtanyayê di dabînkirina sotemeniyê de pirsgirêk derketin, hikûmeta Fransayê pakêteke alîkariyê ya 70 mîlyon Euroyî eşkere kir û welatên wekî Portekîz, Îspanya, Norwêc û Hindistanê bacên ser sotemeniyê daxistin.

Li Tirkiyeyê jî kêmhesabkirina bacê ji nû ve hate aktîfkirin. Li aliyê din, Bankaya Cîhanê ragihand ku ji bo piştgiriya hikûmet û fîrmayan dê hemû amûrên di destê xwe de bi kar bîne da ku bandora vê qeyrana aborî kêm bike.