PeyamaKurd - Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanê (WMO) derbarê rewşa hewayê ya "El Nîno" ya ku dibe sedema germbûna zêde ya gerdûnî, raporeke nû weşand û hişyariyeke tund da.
Li gorî raporê, îhtimala rûdana vê germbûnê di navbera mehên Hezîran û Tebaxê de gihîştiye ji sedî 80yî.
Tê pêşbînîkirin ku bandora xwe heta meha Mijdarê bi rêjeya ji sedî 90 berdewam bike û wekî pêleke "navîn û xurt" derbas bibe.
Sekretera Giştî ya Rêxistina Keşnasiyê Celeste Saulo diyar kir ku divê hemû cîhan xwe ji bo El Nînoyê amade bike. Saulo destnîşan kir ku ev rûdan dê li ser hişkatiyê, barîna baranên xurt û pêlên germê yên li ser derya û parzemînan bandoreke neyînî û tund bike.
Hevdem Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî bi daxuyaniyeke bal kişand ser krîzê û got: "El Nîno li ber deriyê me ye. Ev rûdan dê benzînê bi ser agirê germbûna gerdûnî de bike. Rêya herî bi bandor, paşvekişandina ji sotemeniyên fosîlî û lezandina derbasbûna ber bi enerjiya nûbûyî ve ye."
El Nino, diyardeyeke xwezayî ya avhewayê ye ku germahiya rûyê avê li herêmên navîn û rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê zêde dike û pergala baranê ya li seranserê cîhanê diguhere.
Ev bûyer bi gelemperî di nava 2 heta 7 salan de carekê rû dide û nêzîkî 9-12 mehan dikişîne. Bandora El Nînoyê ya dawî, sala 2023yan wekî duyemîn sala herî germ a dîrokê û sala 2024an jî wekî sala herî germ a hemû deman (1.55 pile zêdetirî serdema pêş-pîşesaziyê) tomar kiribû.