PeyamaKurd - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku bicihbûna leşkerên Tirkiyeyê ya li baregeha asmanî ya nêzîkî Helebê, peymana parastina rewşa ewlehiyê ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de xistiye bin metirsiyê.
Îsraîlê da zanîn ku wan berê gelek caran hişyarî dabûn rêvebiriya Şamê ku ev xebat ji bo ewlehiya wan gef e, lê Sûriyeyê guh nedaye wan. Piştî van hişyariyan, artêşa Îsraîlê di 18ê Tebaxê de bi kêmî ve 8 êrîşên asmanî birin ser Balafirgeha Ebû Zuhûrê ya li Îdlibê ku tenê zirara madî gihîşt pîst û tesîsên balafirgehê.
Êrîşa Îsraîlê ji aliyê Tirkiye, Sûriye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve rastî bertekan hat.
Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyeyê Tom Barrack ev êrîş wekî "bilindkirina aloziyê" pênase kir û teqez kir ku hikûmeta nû ya Ehmed Şer nêzîkbûneke êrîşkar nîşan nade. Di heman demê de, Wezareta Derve ya Sûriyeyê ev gav wekî êrîşeke neheq bi nav kir û Enqereyê jî ew wekî binpêkirina serweriya Sûriyeyê şermezar kir.
Ji bo rêlibergirtina aloziyên mezintir, Washington li ser avakirina mekanîzmayeke nû ya kordînasyonê di navbera Tirkiye, Îsraîl û Sûriyeyê de dixebite.